Deklarasyona Mafên Jinan A 2020’an

7 Aralık 2020, Pazartesi

Em wek nêzikî 1000 komên jinan û dezgehên femînîst ku li jêr destnîşana wan heye, em ji bo ku li ser pirsgirêkên xwe hûr bibin û li ser êrişên li Peymannameya Stenbolê biaxivin di 15’ê Cotmeha 2020’an de civiyan. Em vê deklarasyonê diweşînin ji bo balê bikişînin cudakirina jinan a li çar aliyê cîhanê, li tundiyê û li binpêkirinên mafên mirovan û em dixwazin dupat bikin ku li ser mafên me bazarî çênabe.

Em bi metirsiyeke mezin dibînin ku:

  • Avaniyên pederşahî, polîtîkayên neolîberal, rêveberiyên desthilatdar, milîtarîzm û şer ji demeke dirêj e mafên jinan û keçikan binpê dikin û jiyana wan dixin bin xetereyê;
  • Xizaniya ku roj bi roj kûr dibe, newekheviya ekonomîk, guherîna avhewayê û şewba Covid-19’ê rewş xerabtir kiriye, bûye sebeb ku jinên ji çîn, netew û polên cuda bi awayên cuda ji qewetê bikevin;
  • Cudakariya li ser bingeha zayendiya civakî û tundî, di gelek kiryar û gotinên hikumet û komên xwedî feraset, bawerî û çandên cuda de rû dide;
  • Ev dewlet û aktorên der dewletê; digel cudahiyên xwe yên din, di bîrdoziya neyartiya jinan de, di homofobiyê de û di transfobiyê de digihîjin hev ku ev bîrdoziyeke mêrperest e.

Em birijd vê yekê dixwazin ku:

  • Hemû saziyên dewletê, sazgehên taybet û saziyên civaka sivîl divê li ser bingeha mafên mirovan û li gorî rêgeza wekheviyê tevbigerin;
  • Hemû hikumet divê bi rêxistinên jinan re tevkariyê bikin û bi polîtîkayên cidî û ji aliyê çavkaniyan ve têr, mafên ekonomîk, siyasî, civakî, çandî, zayendî û zêdebûnê ya jin û keçikan biparêzin û wekheviya zayendiya civakî ava bikin;
  • Hemû hikumet ji bo birêvebirina krîzên cîhanî, ji bo mafên mirovan li her derê bê parastin û ji bo pêkanîna wekheviya zayendiya civakî divê bi rêgeza tevkariya navneteweyî û bi rêgeza piralîbûnê tevbigerin;
  • Hemû parlamento, dema ku peywirên xwe yên zagonçêkirinê tînin cî divê zagonên zayendperest û cudakariyê biguherînin û erkên xwe bi kar bînin û vepirsîna berpirsyariya hemû hikumetan bikin;
  • Medyaya herêmî, netewî û navnetewî divê dev ji hêmanên neyînî berdin û kirdaran derxin meydanê,
  • Hemû sazî û dezgehên navnetewî; bi mekanîzmayên xwe yên beralîkirinê, nihêrînê û şopandinê bêyî ku tawîzan bidin divê alîkariyê bikin ji bo mafên jin û keçikan pêk bên, cudakirina li ser bingeha zayendiya civakî bi dawî bibe û wekheviya zayendiya civakî bê parastin;
  • Di serî de Peymannameya Stenbolê, Platforma Çalakiyan ya Pekînê, CEDAW û Peymannameya Mafên Zarokan û hemû belgeyên mafên mirovam li dijî zanyariyên xelet divê ji aliyê hemû dewletan ve bên parastin û bê kêmasî bên şixulandin.

Axir em radigihînin her kesî ku:

  • Ji her demê zêdetir em bibiryar in;
  • Digel ku qadên demokratîk teng bûne, em ê li dijî tundiya pederşahî, zanyariyên xelet û çewt, gotinên mêrperest û êrişên li ser hemû destkeftiyên xwe têkoşînê bidomînin;
  • Ji bo cîhana ku em ê tê de wekhev, bi edalet û di nava aştiyê de bijîn, em ê bi xwişkatî û bi piştgiriyeke dernetewî tev bi hev re bixebitin.

BIJÎ PIŞTGIRIYA JINAN!

Rêxistinên ku Deklarasyona Mafên Jinan a 2020’an îmze kirine:

Weqfa Lêkolînên Zayendiya Civakî ya Bulgaristanê, Bulgaristan
Platforma Jinan a Ji Bo Wehkeviyê (EŞİK), Tirkiye
Koalîsyona Mezin a Ji Bo Mafê Wekhevî û Kurtajê, Polonya
Tora Jinan a Xirwatistanê, Xirwatistan
Parêzvanên Mafên Mirovan, Amerîka
Navenda Zanyarî û Şêwrê ya Jinê, (NPO), Estonya
Navenda Mafên Jinan, Polonya
Komaleya Bipêşxistina Mafên Jinan, (DOMINE), Xirwatistan
Yekîtiya Jinan Ji Bo Azadî û Aştiyê ya Navneteweyî, (WILPF)
Lobiya Jinan a Macaristanê, Macaristan
Tora Jinan a Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê (WAVE)
Komaleya Parêzerên Jin ên Ukraynayî, (JURFEM), Ukrayna
Lobiya Jinan a Ewropayê – EWL (Piştgir)

Site içi arama
copyright